Di navbera DYE û Îranê de pêla nû ya êrişan: Rageşî bilind dibe

DYE'yê diyar kir ku ji bo parastina keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmuzê wan êrişên nû li dijî Îranê kirine. Îranê jî ragihand ku êriş biriye ser hedefên leşkerî yên li Urdun, Bahreyn, Kûweyt û Ûmmanê yên DYE'yê.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CENTCOM) ragihand ku bi dema Washingtonê saet di 17:00 de li hemberî Îranê dest bi pêleke nû ya êrişan kir.

CENTCOM'ê ragihand ku operasyon ji bo parastina trafîka deryayî ya bazirganiyê û keştiyên sivîl ên li Tengava Hurmuzê bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, bi fermana Serokê DYE'yê Donald Trump ji bo "hesabpirsîna" ji hêzên Îranê operasyon hatiye kirin.

Li gorî medya dewletê ya Îranê di êrişên DYE'yê de li eyaleta Hurmuzganê xebatkarekî telekomunîkasyonê jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa IRNA'yê jî li bajarê Mahşehrê di êrişeke din de kesekî jiyana xwe ji dest da, çar kes jî birîndar bûn.

ÎRANÊ WEKE 'BERSIVDANÊ' ÊRIŞ BIR SER BAREGEHÊN DYE'YÊ YÊN LI KENDAVÊ

Muxafizên Şoreşê yên Îranê jî ragihandin ku weke bersiva li êrişên DYE'yê wan li baregehên Emerîkî yên li Bahreyn, Urdun û Kûweytê xistine. Muxafizên Şoreşê her wiha diyar kirin ku li sîstemên radarê yên li Ûmmanê xistine.

Artêşa Urdunê eşkere kir ku çar fuzeyên ji aliyê Îranê ve hatin avêtin ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin astengkirin û tiştek bi kesî nehat.

Serokatiya Fermandariya Giştî ya Kûweytê jî ragihand ku wan sîstema parastina hewayî xistine dewrê.

TEHRAN: ÊRIŞAN HEWLDANÊN DÎPLOMATÎK TÊK BIR

Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku êrişên dawî yên DYE'yê hewldanên dîplomatîk ên mehên dawî bi temamî pûç kirine.

Wezaretê diyar kir ku Washingtonê mutabaqata beriya niha binpê kiriye û li Tengava Hurmuzê careke din atmosfereke nearam afirandiye.

BUHAYÊ PETROLÊ BILIND BÛ

Metirsiya belavbûna şer li Rojhilata Navîn û rageşiya li Tengava Hurmuzê bandor li bazara enerjiyê jî kir.

Buhayê warîleke petrolê ya Brent ji sedî 3,75 zêde bû û bû 78,86 dolar. Petrola xav a DYE'yê (WTI) jî ji sedî 3,65 zêde bû û bû 74,02 dolar.